Tirkiye

Stratcom Summit '21 didome

Kübra Kara, Kaan Bozdoğan  | 12.12.2021 - Rojanekırın : 12.12.2021
Stratcom Summit '21 didome

Istanbul

 Lutkeya Ragihandinê ya Stratejîk a Navneteweyî (Stratcom Summit '21) ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Serokomariyê va li Navenda Kongreyê ya Xelîcê tê lidarxistin, didme.

Di lutkeyê da Wekîlê Gerînendeyê Giştî yê Nûçeyên Dîtbarî yên Ajansa Anadoluyê Firat Yurdakul di panela "Ragihandin û Wênegerî" da axivî.

Yurdakul behsa bandora wêneyan a li ser ragihandinê kir û teknîkên wênekişandinê û sernav dan rêzê. Yurdakul bal kişand ser krîterên wekî derasayî, berevajî, nêzîkatî, zindîtî û pêrapêratî ku di wêneyan da dibin sedema çêbûna hestan.

Yurdakul di axaftina xwe da qala dezenformasyona dîtbarî jî kir û wiha got, "Wêne û dîmen di ragihandinê da ji çavkaniyên sereke yên delîlan in, hemû belge ne."

Di lutkeya ku duh dest pê kir û îro dê bi dawî bibe da nûnerên saziyên dewletê, zanîngeh, sektorên taybet, medya, saziyên navneteweyî û saziyên civakî beşdar in.

Lutke dê bi axaftina bidawîkirinê ya Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Midûrê Giştî yê TRTyê Zahid Sobaci û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz va dê bi dawî bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.