Polîtîka

Serokomar Erdogan li Qesra Marinskiyê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Marinskiyê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin

Kaan Bozdoğan  | 03.02.2022 - Rojanekırın : 03.02.2022
Serokomar Erdogan li Qesra Marinskiyê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin

Kiev

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wekî vexwendiyê Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy, ji bo têkiliyên fermî bi "TUR"a balafira taybet di saet 12.505an da hat Kievê.

Balyozê Kîevê yê Tirkiyeyê Yagmur Ahmet Guldere, jina wî Seda Guldere, Balyozê Enqereyê yê Ukraynayê Vasil Bodnar û rayedarên Wezareta Karên Derva yên Ukraynay li Balafirgeha Boryspilê pêşwaziya Erdogan kirin.

Bi Serokomar Erdogan ra Emîne Erdogana jina wî, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Serokê Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî hatin Kievê.

Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî da çelenkê dayne ber Abîdeya Eskerên Mechûl ên di Şereê Duyem a Dinyayê da mirine, wê li Qesra Marinskiyê bi merasima fermî were pêşwazîkirin û paşê bi Zelenskiy ra yek û yek hevdîtinê bike.

Erdogan wê paşê beşdarî Civîna Dehemîn a Konseya Stratejîk a Payebilind bibe. Di civînê da têkiliyên di navbera herdu welatan da wê bi hurgilî bê axaftin, ji bo hevkraî pêşva here wê bê axaftin û mijarên herêmî û navneteweyî jî bêne nirxandin.

Piştî civînê merasima îmzeyê û civîna çapemeniyê ya hevpar wê were kirin.

-Erdogan li Kîevê Abîdeya Eskerên Mechûl ziyaret kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kîeva paytextê Ukraynayê Abîdeya Eskerên Mechûl ziyaret kir.

Erdoganê wekî vexwendiyê Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ji bo beşdarî Civîna Dehemîn a Konseya Stratejîk a Payebilind bibe û têkiliyên fermî hat Kîevê beriya hevdîtinên fermî çelenk danî ber Abîdeya Eskerên Mechûl ên di Şerê Duyem a Dinyayê da mirine.

Emîne Erdogana jina wî û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî bi wî ra hatin ber abîdeyê.

Olena Zelenskiya jina Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy jî di merasimê da amade bû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.