Dinya

Swêd ji bo hevdîtinên NATOyê dê heyetekê bişîne Tirkiyeyê

Atila Altuntaş  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 16.05.2022
Swêd ji bo hevdîtinên NATOyê dê heyetekê bişîne Tirkiyeyê

Stockholms Lan

Hikûmeta Swêdê ragihand, ji bo hevdîtinên NATOyê wan biryar da ku heyeteke dîplomatan bişînin Tirkiyeyê.

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindeyê çûyîna heyetê ya bo Tirkiyeyê piştrast kir û diyar kir ku hikûmet dê di demeke nêzîk da heyetekê bişîne Enqereyê ku biryara serîlêdana NATOyê binirxîne.

Lindeyê berteka Rûsyayê ya ji bo biryara Swêdê ya serîldana NATOyê jî nirxand û wiha got, "Rûsyayê qada me ya asîmanî binpê kir, kampanyayên dezenformansyonê kirin ku kenebû em Nazî ne. Êrîşên sîberê dê bên zêdekirin û li ser sînorê me liv û tevger dê zêde bibe."

Ji civîna duh a rêveberiya Partiya Demokratên Sosyal biryara serîldana endametiya NATOyê hatibû sitandin. Bi vê biryarê va ew yek teqez tê dîtin ku bi piştgiriya partiyên rastgir va Swêd dê teqez serî li endametiya NATOyê bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın