Dinya

Referandûma Herêma Kurdistana Iraqê

Li Herêma Kurdistana Iraqê 5 milyon û 200 hezar welatî li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û navçeyên Selaheddîn, Diyala û Mûsilê li ser sindoqan û ji bo referandûma serxwebûnê deng didin

Muhammet Kurşun  | 25.09.2017 - Rojanekırın : 25.09.2017
Referandûma Herêma Kurdistana Iraqê

Arbil

HEWLÊR

Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ya ku ji aliyê Mehkemeya Federal a Iraqê ve "Nedestûrî" hat îlankirin dê li 7 wîlayetan birêve diçe û 5 milyon û 200 hezar welatî diçin sindoqên dengdanê.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ji bo Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, ragihand ku dengdana ji bo referandûmê seet 08.00an dest pê kir û heta 18.00an didome.

Li gor daxuyaniya Komîsyonê dengdêrên ku dê di referandûmê de raya xwe bidin, ji seet 8ê sibehê heta 6ê êvarî dê bikaribin biçin ser sindoqan.

Li Herêma Kurdistana Iraqê dê 5 milyon û 200 hezar welatî dê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û navçeyên Selaheddîn, Diyala û Mûsilê herin ser sindoqan û ji bo referandûma serxwebûnê deng bidin.

Li gor rêjeyan dê li Hewlêrê 1 milyon û 118 hezar, li Silêmaniyê 1 milyon û 300 hezar, li Duhokê 772 hezar, li Helebceyê 90 hezar, li Kerkûkê 889 hezar, li Nînowayê 750 hezar û li deverên din ên binîqaş jî dê nêzîkî 800 hezar welatî û li welatên derve jî dê 150 hezar kes deng bidin.

Li gor Komîsyona Serbixwe ya Bilind ji bo Hilbijartinê li Silêmaniyê 467 binke û 2 hezar û 700 wêstgehên dengdanê hene. Li Hewlêrê 498 binke û 2 hezar û 494 wêstgehên dengdanê hene. Li Duhokê jî 256 binke û hezar û 575 wêstgehên dengdanê hene. Li Kerkûkê 244 û li Diyalayê jî 244 binke hene. Li Helebceyê 90 hezar dengdêr li ser 27 binkeyan dabeş bûne.

Tê çavnêrîkirin ku referandûm li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Tûzxurmatûya Selaheddînê, Xaneqîn, Celewla û Sadiyeya Diyalayê, Şengal (digel Rabîa, Sinûn, Zumar) Başîk, Mexmûr, Guwêr û Tilkêfa Mûsilê jî birêve biçe. 



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.