Dinya

"Barzanî û Kosret Resûl ji lihevkirina YNK û Heşda Şebiyê agahdar nebûn"

Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ji rêkeftina di navbera YNK û Heşda Şebiyê de nebûn.

Hemn Baban  | 19.10.2017 - Rojanekırın : 19.10.2017
"Barzanî û Kosret Resûl ji lihevkirina YNK û Heşda Şebiyê agahdar nebûn"

Arbil

HEWLÊR

Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre, diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ji rêkeftina di navbera YNK û Heşda Şebiyê de nebûn.

Berdevkê YNKê Sadî Pîre, li Navenda Mekteba Siyasî ya Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê bûyerên dawîn ên li Kerkûkê de nirxandandin kirin, agahî dan.

Sadî Pîre behsa referandûmê kir û bal kişand ser wê yekê ku berî êrişa Kerkûkê Fûad Masûm hat digel Barzanî jî li Dukanê di navbera YNK û PDKê de civîn çêbû û wiha got:

"Hikûmeta Iraqê muhleta 48 seetan danîbû eger Pêşmerge vala nekira dê êriş kiribana. Di wan seetan de hinek berpirsên Kerkûkê wisa bawer dikirin ku heyf e Kerkûk wek Mûsil, Reqa û Helebê wêran bibe. Loma bi rêya hinek berpirsên saheyê peyman girêdan da ku xelkê hejar neyê kuştin. Herwiha rê bi wan hêzan were dayîn ku werin û mesele bi muzakereyê çareser bibe."

Pîre rexne li hin qenalên ragihandinê kir û wiha axivî:"Ya li Kerkûkê hat kirin li gor wan xiyanet e, lê ya şi Şengal, Mexmûr û deverên din hat kirin? Loma meseleya Kerkûkê hat emilandin. Meseleyeke din jî hatina Qasim Silêmanî ye, ji min re bibêjin yek partî heye ku wî birêzî nas neke?"

Li ser agahdarkirina rewşê jî wiha got:

"Yên heqê wan û gotinê heye hin berpirsên YNKê ne ku divabû ji peymanê bihatana agahdarkirin. Ewan jî nikaribû rê li ber wê hêzê bigirin lê dîsa jî agahdar dibûn. Barzanî û Kosret Resûl ji peymanê nehatiye agahdarkirin. Mumkin e der barê vê de lêpirsîn were kirin û sûcdar tesbît bibin."

Li ser rêveberiya Kerkûkê jî got:

"Dê îdareya Kerkûkê bidin YNKê û emê bi hemahengiya Tirkmen û yên din birêve bibin. Eger li Kerkûkê xiyanet hatibe kirin li deverên din jî hatiye kirin loma hewceyî nîqaşên wisa bême'ne tuneye.

Li ser biryara girtina Kosret Resûl ya mehkemeya Iraqê jî got tu qîmeta wê biryarê tuneye.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın