Tirkiye

Serokomar Erdogan: Hin kes zarokên we dibin serê çiyê lê em dixwazin ji wan ra siberojeke xweş ava bikin

11.06.2022 - Rojanekırın : 13.06.2022
Serokomar Erdogan: Hin kes zarokên we dibin serê çiyê  lê em dixwazin ji wan ra siberojeke xweş ava bikin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser veberhênanên li Wanê û got, "Di telafîkirina îhlalên sedsale yên vî bajarê qedîm de, di dabînkirina pêdiviyên wê de, di avêtina gavên di warê demokrasî û geşepêdanê de, em her car mil bi mil digel Wanê bûne."


Serokomar Erdogan li Meydana Beşyolê Wanê beşdarî merasima vekirina bi komî bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku îro piştî salek û nîvê dîsan hatiye Wanê û bi Waniyan re dicive, ji ber vê gelekî kêfxweş e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku her ku tê Wana bajarê dîrok û şaristaniyetê ya stêrka rojhilat, lokomotîfa herêmê, bi coş û xroşê, bi qedirgirtinê tê pêşwazîkirin û ji bo vê spasiya xwe anî ziman.

Erdogan got, "Wan me nas dike, em jî Wanê nas dikin. Hemd ji Xwedê re heta em ji balafirgehê hatin vêderê me dît ku bi deh hezaran kes pêşwaziya me dike, bi rastî em bi vê gelekî bextewer bûn. Ez di wê baweriyê de me ku Wan bi vê rêwrewê wê yên din di rê de bihêle."

Serokomar Erdogan anî ziman ku coşa ciwanan, jinan, qedemeya sereke ya AK Partiyê dîtiye û destnîşan kir ku bawerriya wî bi Waniyan heye.

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku ji pêçana birînên erdhejê, heta defikirina belaya terorê di hemî têkoşananên Wanê de li cem Wanê bûne û got, "Di telafîkirina îhlalên sedsale yên vî bajarê qedîm de, di dabînkirina pêdiviyên wê de, di avêtina gavên di warê demokrasî û geşepêdanê de, em her car mil bi mil digel Wanê bûne. Me di serdana xwe ya dawîn de gotibû 'Dil dikare dev ji cîhanê berde lê nikare dev ji Wanê berde.' Me hezjêkirina xwe ya ji bo vî bajarî û ji bo we, bi dil û can anîbû ziman. Hûn baştir dizanin ku ewên ku bi salan hestên pakane yên Waniyan îstismar kirin, tenê zirar dane vî bajarî, bi qasî serê derziyê ti fêda wan negihiştiye we.

Birayên min, ji bo Xwedê ka bêjin, Wan bê av nehiştin? ava wê qutkirin. Kê? Pêdiviya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ev pirsgirêk çareser bikira. Lê nekirin. Lê belê Erdogan erk spart Karêbarê Avê ya Dewletê û pirsgirêka avê ya Wanê çareser kir. Çima? Baweriya min bi vê heye û min digot; 'Mafê kesî tune ye ku xwîşk û birayên min ên Kurd bê av bihêle.' Bê cihêkirina Kurd û Tirk me çareser kir. Nuha pirsgirêkek wisa heye? Tune û dê nebe."

Erdogan anî ziman ku ji weqatê ku li ser hikûmetê ne, bi proje û veberhênanên nû xizmetê dikin û ji Wanê re dixebitin. 

Serokomar Erdogan bibîr xist ku berî wan gelek hikûmet û kadroyên siyasî hatine û çûne û wiha got, "Kîjanî ji Wan bi hevqas berhem û xizmetan geşe dane Wanê? Ne kesî jî. Em van xizmetan ji bo rizaya Xwedê dikin. Karê me bi gotgotê, bi îstismarê, bê bextiyan tune ye.

Hûn dizanin me di nava 20 salan de çiqas veberhênan li Wanê kir? Me bihayê 38 milyar lîre veberhênan kir. Ev veberhênanên kamûyê ne. Bi vê budceyê me 9 hezar û 682 wanegeh avakirin. Di warê Ciwan û Werzişê de me 8 hezar û 279 yurdên kapasîte bilind vekirin. Bi giştî me 54 tesîsên sporê ava kirin. Bi alîkariyên civakî, me bi giştî 11 milyar lîre piştevanêi da xelkên Wanê yên xwedî pêdivî. Me di warê Tenduristiyê de 103 tesîsên tesnduristiyê ku 19 ji wan nexweşxane bûn, ava kirin. Di warê Jîngeh û Bajarvaniyê de piştî erdheja 2011an, ne 25 hezar xanî, avahiyên hikûmî, mekteb, mizgeft û tesîsên civakî ava kirin û me teslîm kirin. Yên ku ev tişt kirin, hikûmeta AK Partiyê bû, wate em bûn.

Herwiha em di çêkirina 850 xanî, 420 axur, mizgeft, tesîsên civakî, tesîsên perwerdeyî, pansiyon û hêwirînê de berdewam in. Li Wanê di qada rîskdar a bi qasî 1,5 metreçarçik de xebata me ya amadekariya erdhejê didome. Dema me ev hemî tişt kirin, Erdogan livêderê bû. HDP li kuderê bû? Ewên ku digotin 'em Kurd in' li kuderê bûn? Li ba min ti ferqa birayên min ên Kurd û Tirk tune ye. Em cihêkariyê nakin. Me duhê nekir, em îro û sibe jî nakin. Çima? Ji ber ku Rebbê me di Qurana Kerîm de fermaye; 'Me we kire qew û qebîle ji bo ku hûn hevdu qebûl û nas bikin.' Ji ber vê li ba me ferqa Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ereb tune ye. Em ji bo Xwedê ji her kesî hez dikin. Di pîvana me de çi heye? Dîsan Xwedê diferme; 'Bê guman bawermend bira ne.' Cihêkarî tune. Em hemî xizmetên xwe bi vê têgihiştinê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın